ÎranNûçeRojhilatanavin

Kurdekî sunnî weke Sefîrê Kar ê Îranê li Jênêvê hat bijartinê

Nunerê xelkê Nexede ser bi parêzgeha Azerbaycana Rojava li meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Ebdulkerîm Hisênzade ragihand ku Silêman Paksirêşt weke Sefîrê Kar ê Îranê li Jênêvê hat kivşkirinê.

Silêman Paksirêşt civaknasê îranî, mamostê Zanîngeha Bûelî Sîna û Alîkarê Çiqa Çandî û Civakî ya Navenda Lêkolînên Istiratêjîk a Wezareta Karên Derve ya Îranê ye.

Silêman Paksirêşt herwiha endamê civata zanistê ya Lêkolîngeha Çand, Huner û Mêimarîyê û yek ji damezirînerên Navenda Rapirsîyên Hizrî ya Xwendekarên Îranê û heyamekê jî rêvebirê Navenda Lêkolînan a Nivîsgeha Desteya Wezîran a Îranê bûye. 

Başa dön tuşu