ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Kurdên Iraqê: Hîç tiştek nikare peywendîyên Iraq û Îranê biguherîne

Parêzgarê Silêmanîyê got: Tu guhertinek di serederîya Herêma Kurdistana Iraqê û Bexdayê têkildarî çawanîya rûbirûbûna digel rewşa boykotê û danuistandinên sînorî yên digel Komara Islamî ya Îranê de pêk nehatîye û peywendî wek berê ne û heta zêdetir bûne.

Parêzgarê Silêmanîyê Hewal Ebûbekir ku jibo pişkdarîya di Yekem Kongira Navdarên Kurd da seredana parêzgeha Kurdistanê kirîye, dîyar kir: Danîna geşta hewayî ya rasterast di navbera Silêmanî û Sinê de, damezirandina bajarokên aborî û berhemanînê yên hevpar li nêzîkî sînoran, vekirina sînorê Seyranbendê û liyêkgiheştinamên destexwîşkbûna Silêmanî û Sinê ji wan armancan in ku di seredanên rayedarên her du alîyan de tên hilêxistin û şopandinê. Parêzgarê Silêmanîyê amajeyî sînorê di navbera vê parêzgehê û Komara Islamî ya Îranê de ku 528 kîlomêtir e kir û got: Ewlehî û aramîya herêmê têkilî bi hemî alîyan re heye û jibo parastina wê ewlehîyê hevahengî pêwîst e ku xweşbextane ew hevahengîya di navbera Komara Islamî ya Îranê û Iraqê de heye.

Parêzgarê Silêmanîyê derbarê lidarxistina Kongira Navdarên Kurd li Sinê da jî got: Bûyerên bi vî rengî jibo Kurdan girîng in, ji ber ku kevnarî û zindîbûna wan nîşan dide û dibe sedem şîyan û çalakîyên Kurdan li asta navnetewî bên hilêxistinê.

Kongira Navnetewî ya Navdarên Kurd duh li Sinê destpê bû û dê îro bi rêzgirtina li çend kesayetîyên navdar di warên çand, huner, werziş, zanist û mûsîqîyê da bi dawî were. 

Başa dön tuşu