IraqNûçeRojhilatanavin

Kurxalê Seddam jî li Kerkûkê hat girtin

Birêveberê Polîsên Qeza û Nahyeyên Kerkûkê Serhed Qadir ragihandiye, li navçeya Daqûqê di encama operasyoneke hevbeş a polîs, pêşmerge û hêzên ewlekariyê de, 10 kesên biguman hatine desteserkirin.

Qadir derbarê bûyerê de wiha axivî: “Yek ji wan kesan kurxalekî dîktatorê berê yê Iraqê Saddam Husên e. Navê wî Nezher Hemûd Ebdulxanî ye û di nava tankerekî de hatiye girtin. Hinek çek û teqemenî jî li gel wî bûn.” Herwiha Qadir da zanîn ku 3 birayên din ên Nezher ku berê pasevanên Seddam bûne, niha li navçeya Hewîceyê ne û berpirsên DAIŞê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu