NûçeRojhilatanavinYemen

Kuştî û birîndarbûna 15 kesan ji ber êrişa firokên destdirêjkere Erebistanê ser Yemenê

Ji ber êrişa firokên destdirêjkere Erebistanê ser kamyonekî tijî ard û erebeyên welatiyên Yemenê, 15 welatiyên sivîle vî welatî hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Li gor rapora IRIB Newsê ji zarê telivîzyona El-Mesîreh, Ji ber êrişa firokên destdirêjkere Erebistanê ser rêya navbera parêzgehên Sede û Senayê li derûdora bajarê Sefrayê 15 welatiyên sivîle Yemenê hatine kuştin yan jî birîndar bûne.

Telivîzyona El-Meyadîn jî pêştir ragihandibû ji ber êrişa firokên şerî yên Erebistanê ser parêzgehên Marib û Hedîdeya Yemenê 13 kesên sivîl hatibûne kuştin.

Bingehekî eskerî yê Yemenê jî ragihand ku li bersiva van destdirêjiyên seûdî ser xelkê sivîle vî welatî wan jî pênc eskerên Seûdî li başûra parêzgeha Cîzanê li başûra Erebistanê kirine hedefa êrişên xwe û kuştin.

Herwisa yekîneya mûşekî ya Yemenê jî bi çend mûşekan ciyê kombûna kirêgirtiyên Erebistanê li parêzgeha Maribê kirine hedesfa êrişên xwe.

Başa dön tuşu