NûçeRojhilatanavinYemen

Kuştin û birîndarbûna 100 kirêgirtiyên Seûdî li êrişa mûşekî ya yemeniyan

Zêde ji 100 kirêgirtiyên erebistanî ji ber êrişa mûşekî û topxaneyî ya artêşa Yemenê û hêzên Ensarullaha vî welatî li navça Esîr li başûra Erebistanê hatine kuştin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, bingehekî yemenî ragihand: Zêde ji 100 kirêgirtiyên erebistanî ji ber êrişa mûşekî û topxaneyî ya artêşa Yemenê û hêzên Ensarullaha vî welatî li navça Esîr li başûra Erebistanê hatine kuştin û hatiye ragihandin ku hêzên yemenî mûşeka Zeêzal 2 û Katyoşayê li van êrişên xwe bi kar anîne.

Bingehên nûçan ên Yemenê duh şemiyê jî  ragihandin ku Hêzên vî welatî bi çend mûşekên Zelzalê 2, Organ, pêgehên destdirêjkerên Seûdî li başûra rojavaya Erebistanê kirine hedefa êrişên xwe ku xisaretên zav li hêzên dijmin ketin.

Artêş û komîtên gelanî yên Yemenê 31ê Tîrmehê jî li navça Reqabe El-Mecazîr êrişî ser hêzên destdirêjker ên Erebistanê kirin ku parek ji van hêzên destdirêjker hatine kuştin yan jî birîndar bûn.

Erebistanê ji 26`ê Adara sala 2015`ê ve bi heceta vegerandina Ebderebe Mensûr Hadî serokomarê istêfakirî yê Yemenê ser desthilatê, dest bi êrişa ser vî welatî kirîye. Di encamê de heya niha ji sedî 80`yê jêrxanên vî welatî hatine kavilkirinê, nêzî 40 hezar kesî jî hatine kuştinê û birîndar bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu