NûçeRojhilatanavinYemen

Kuştin û birîndarbûna zêde ji 60 kirêgirtiyên siûdî li Yemenê

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li operasyona curbicur li parêzgehên Teiz û El-Hodîdê zêde ji 60 kes ji kirêgirtiyên siûdî kuştin an birîndar kirin.

 Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars Newsê, hêzên artêşê û komîteyên  gelanî yên Yemenê li du rojên buhurî,  davikên  curbcur li navendên  El-Şebekê û El- Ercelî ya kirêgirtiyn  siûdî li bakurê navça  Yextelê ya bajarê El-Mexayê li parêzgeha  Teizê li başûrê Yemenê cih anîn.

Çavkaniyên yemenî raghandin ku  li encama operasyona  hêzên yemenî li roja  şemiya buhurî li Yextelê zêde ji 40 kes ji kirêgirtiyên  siûdî hatin kuştin   an birîndar bûn û 6 trimbêlên wan ên eskerî hatin îmhakirin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya Yemenê jî raghand: Hêzên artêşa Yemenê û tevgera Ensarullahê her wiha roja şemiyê trimbêleka zirixî û amûreke  cengê li navça  El-Qutabê li bakurê bajar Xoxe ya parêzgeha  Hodîdê li rojava Yemenê  dan ber êrişan ku piştî wê zêde ji 20 kes ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.

Di eynî demê de li encama  êrişa balefirên ecngê yên  rejîma  dagirkirê siûdî ser yek ji  zewiyên  cotkariyê li navça El-Cerahiyê li parêzgeha  Hodîdê ya Yemenê du welatiyên yemenî hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.

Başa dön tuşu