Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li operasyona curbicur li parêzgehên Teiz û El-Hodîdê zêde ji 60 kes ji kirêgirtiyên siûdî kuştin an birîndar kirin.
Li gorî rapora roja duşemiyê ya Fars Newsê, hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li du rojên buhurî, davikên curbcur li navendên El-Şebekê û El- Ercelî ya kirêgirtiyn siûdî li bakurê navça Yextelê ya bajarê El-Mexayê li parêzgeha Teizê li başûrê Yemenê cih anîn.
Çavkaniyên yemenî raghandin ku li encama operasyona hêzên yemenî li roja şemiya buhurî li Yextelê zêde ji 40 kes ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn û 6 trimbêlên wan ên eskerî hatin îmhakirin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Yemenê jî raghand: Hêzên artêşa Yemenê û tevgera Ensarullahê her wiha roja şemiyê trimbêleka zirixî û amûreke cengê li navça El-Qutabê li bakurê bajar Xoxe ya parêzgeha Hodîdê li rojava Yemenê dan ber êrişan ku piştî wê zêde ji 20 kes ji kirêgirtiyên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn.
Di eynî demê de li encama êrişa balefirên ecngê yên rejîma dagirkirê siûdî ser yek ji zewiyên cotkariyê li navça El-Cerahiyê li parêzgeha Hodîdê ya Yemenê du welatiyên yemenî hatin kuştin û sê kes jî birîndar bûn.