EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

“Aşitiya li Efxanistanê bûye xwestekeke giştî”

Balyozê Komara Îslamî ya Îranê li kabulê got: “Dawîbûna şer û kêşeyan û bidestxistina aşitiyê bûye weke xwestekeke giştî li Efxanistanê”.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Muhemed Riza Behramî, balyozê Îranê li Efxanistanê li civîna navçeyî ya balyozên aşitiyê yên Ciwan li Kabulê raghand: “Divê desthilata  muzakirê û aşitiyê bê  sipartinê bo dewlet û gelê Efxanistanlê û divê ji destkewtên  çendsalî yên  dewleta Efxanistanê li vê barê sûd bê wergirtin”.

Behramî got: “Şerê li Efxanistanê rêçareya eskerî tine û ev welata  nabe tûşî kêşeyên derveyî bibe û divê em nehêlin ku kêşeyên  li derve derbasî nava  Efxanistanê bibin”.

Balyozê Îranê  li Efxanistanê her wiha got: “Komara  Îslamî ya Îranê bona alîkariya  bo pêkanîna  aşitiya  mayînde li Efxanistanê tam amade ye û her cure  hewldanekê dike”.

Behram got: “Divê meselên mîna dewama mayîna eskerên biyanî li Efxanistanê, berhemanîn û ticareta madên narkotîk û xebata  komên  şîdetxwaz were zelalkirin.

Li konferansa du rojî ya navçeyî ku têde  balyozên  aşitiyê yên ciwan ên Efgxanistanê, Îran, Pakistan û Tacîkisrtanê beşdarî kiribûn, li bara  pêkanîna riyên  aşitî û aramiyê li Efxanistanê gotûbêj hatkirin.

Başa dön tuşu