IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina 109 endamên DAIŞ`ê li Mûsilê

Fermandê pilebilind ê artêşa Iraqê roja înê ragihand 109 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê hatine kuştin û navçên nû li peravên çemê Dîcleyê li bajarê Mûsilê, duyem bajarê mezin ê bakurê Iraqê hatine azadkirin.

General Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona  azadkirina  Mûsilê roja înê li daxûyaniyeke rojnamevaniyê diyar kir: Hêzên iraqî tevî ku hejmareke  zêde ji endamên DAIŞê kuştin karîn  du navçên  El-Nesr û El-Feyseliyê li bajarê Mûsilê azad bikin û kontrola pireya El-Hedîdî bigrin destê xwe.

Wî diyar kir: Hêzên iraqî li vê operasyonê karîn gelek cebilxanên terorîstan îmha bikin.

Operasyona  nasiyar bi azadkirina  Mûsilê roja 17 Cotmehê ser fermana  serokwezîrê Iraqê  Heyder Ebadî bi fermî destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu