Fermandê pilebilind ê artêşa Iraqê roja înê ragihand 109 endamên grûpa terorîstî ya DAIŞê hatine kuştin û navçên nû li peravên çemê Dîcleyê li bajarê Mûsilê, duyem bajarê mezin ê bakurê Iraqê hatine azadkirin.
General Ebdulemîr Reşîd Yarullah fermandê operasyona azadkirina Mûsilê roja înê li daxûyaniyeke rojnamevaniyê diyar kir: Hêzên iraqî tevî ku hejmareke zêde ji endamên DAIŞê kuştin karîn du navçên El-Nesr û El-Feyseliyê li bajarê Mûsilê azad bikin û kontrola pireya El-Hedîdî bigrin destê xwe.
Wî diyar kir: Hêzên iraqî li vê operasyonê karîn gelek cebilxanên terorîstan îmha bikin.
Operasyona nasiyar bi azadkirina Mûsilê roja 17 Cotmehê ser fermana serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi fermî destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)