IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina 148 endamên DAIŞ`ê li encama êrişên hewayî yên balefirên cengê yên Iraqê ser rojava Mûsilê

Çavkaniyên nûçeyan, êvara yekşemiyê ragihandin ku li encama êrişên hewayî yên balefirên cengê yên Iraqê ser beşên rojava bajarê Mûsilê herîkêm 148 kes ji endamên DAIŞê hatin kuştin.

 Li gorî rapora ajansa nûçeyan a El-Şeq El-Ewsetê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah, fermandê operasyona azadkirina  parêzgeha Neynewayê got : Balefirên cengê yên Iraqê roja yekşemiyê li 63 operasyonên hewayî, herîkêm 148 kes ji endamên DAIŞê li beşên  rojava Mûsilê kuştin.

Wî her wiha diyar kir : Hêzên  polîsê federal û berteka destxwe li operasyona xwe li taxên  El-Dendan û El-Dewasê hejmarek ji avahiyên  van du taxana paqij kirin û bi dehan  trimbêlên zirihî yên endamên DAIŞ`ê îmha kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu