Çavkaniyên nûçeyan, êvara yekşemiyê ragihandin ku li encama êrişên hewayî yên balefirên cengê yên Iraqê ser beşên rojava bajarê Mûsilê herîkêm 148 kes ji endamên DAIŞê hatin kuştin.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a El-Şeq El-Ewsetê, Ebdulemîr Reşîd Yarullah, fermandê operasyona azadkirina parêzgeha Neynewayê got : Balefirên cengê yên Iraqê roja yekşemiyê li 63 operasyonên hewayî, herîkêm 148 kes ji endamên DAIŞê li beşên rojava Mûsilê kuştin.
Wî her wiha diyar kir : Hêzên polîsê federal û berteka destxwe li operasyona xwe li taxên El-Dendan û El-Dewasê hejmarek ji avahiyên van du taxana paqij kirin û bi dehan trimbêlên zirihî yên endamên DAIŞ`ê îmha kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)