CîhanEwropaIraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Kuştina 200 sivîlên li Mûsilê hat piştrastkirin

Di operasyona Mûsilê de îro ji ber êrişên hewayî ên koalisyona navnetewî ku serkêşiya wan DYA dike 200 sivîl jiyana xwe ji dest da. Parlementerê Parlementoya Herêma Kurdistanê Marûf, vê yekê piştrast kir û diyar kir ku di operasyona rizgarkirina Mûsilê de di mijara sivîlan de hesasiyet tune ye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro li taxa El  Cedîde a Mûsilê ji ber êrişên balafirên şer ên koalîsyinê derdora 200 sivîlî jiyana xwe ji dest da.

Ji fermandarê Heşdî Şabiyê elî Haşim Huseynî di axaftina xwe ya Sputnikê de bal kişand ser kuştina sivîlan û diyar kir ku gelek DAIŞî xwe di nava sivîlan de vedişêrin û sivîlan jî wekî mertalên zindî bikar tînin.

Ji aliyê din ve Berpirsiyarek ji Cebheya Tirkmenên Iraqê û Parlementerê Parlementoya Herêma Kurdistanê Aydin Marûf jî di axaftina xwe ya Sputnikê de diyar kir ku ji ber êrişên koalîsyonê 200 sivîlî jiyana xwe ji dest da ye û wiha pê de çû: “Taxa el Cedîde a Mûsilê di destê DAIŞê de ye û hêzên hewayî ên koalîsyonê ji serê 4 rojane ku li herêmê operasyonan pêk tîne. Di operasyonan de sivîl bûn hedef ku ew ji aliyê terorîstên DAIŞê ve weke mertalên zindî dihatin bikaranîn. Di encamê de 200 sivîlî jiyana xwe ji dest da.”

Marûf amaje dike ku li Mûsilê di mijara sivîlan de ne hesas in û wiha pê de çû: “Terorîstên DAIŞê li herderê sivîlan wekî mertalên zindî bikar tînin. Ji ber vê yekê divê di mijara sivîlan de gelek hesas tevbigerin lê ew hesasiyet nayê cih.”

Marûf di dawiya axaftina xwe de behsa rewşa 12 hezar sivîlên tirkman ên li herêma Mehlebiyê dike û dibêje ew li herêmê asê mane. Herwiha Marûf diyar dike ku mirina sivîlan bikêrî DAIŞê tê û divê di mijara sivîlan de bi hesasiyetek mezin bê tevgerîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu