NûçeRojhilatanavinSûriye

Kuştina 3 zarokên sûrî li encama êrişa terorîstan ser derdora Hemahê

Li encama êrişa terorîstên tekfîrî ser navça El-Seqîbiyê derdora Hemaha Sûriyê, sê zarokên sûrî hatin kuştin û hejmarek ji xelkê sivîl jî birîndar bûn.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr News`ê, hêza hewayî û yekîna  topxana  artêşa Sûriyê roja şemiyê çend navnedên kombûna  terorîstên  Tehrîr Şamê li parêzgehên Idlib û Hemahê dan ber êrişan.

 Artêşa Sûriyê her wiha operasyona paqijkirina  bakurê parêzgeha  Hemah û Idlibê destpê kiriye û heya niha hejmareke zêde ji terorîstan kuştin û çend navçên wan azad kirine.

 Tîpa çaran a artêşa  Sûriyê jî bona pqaijkirina û derxistina paşmayiyên terorîstan û destpêkirina  operasyona eskerî li dijî komên terorîstî, cebilxanên xwe li Lazqiyê li rojava Sûriyê bi cih kirine.

 Di eynê demê de, navenda aşitiyê ya Rûsiyê li Sûriyê jî li bara  êrişa komên terorîstî ser navçên  xelknişîn ên Cen El-Zorê û Roysê Îskender parêzgeha Lazqiyê agahî da.

Başa dön tuşu