Li encama êrişa terorîstên tekfîrî ser navça El-Seqîbiyê derdora Hemaha Sûriyê, sê zarokên sûrî hatin kuştin û hejmarek ji xelkê sivîl jî birîndar bûn.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr News`ê, hêza hewayî û yekîna topxana artêşa Sûriyê roja şemiyê çend navnedên kombûna terorîstên Tehrîr Şamê li parêzgehên Idlib û Hemahê dan ber êrişan.
Artêşa Sûriyê her wiha operasyona paqijkirina bakurê parêzgeha Hemah û Idlibê destpê kiriye û heya niha hejmareke zêde ji terorîstan kuştin û çend navçên wan azad kirine.
Tîpa çaran a artêşa Sûriyê jî bona pqaijkirina û derxistina paşmayiyên terorîstan û destpêkirina operasyona eskerî li dijî komên terorîstî, cebilxanên xwe li Lazqiyê li rojava Sûriyê bi cih kirine.
Di eynê demê de, navenda aşitiyê ya Rûsiyê li Sûriyê jî li bara êrişa komên terorîstî ser navçên xelknişîn ên Cen El-Zorê û Roysê Îskender parêzgeha Lazqiyê agahî da.