AborîIraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Pesendkirina bûdceya sala 2018an encama hevkariya parliman û dewleta Iraqê ye

Serokwezîrê Iraqê tevî pîrozkirina pesendbûna qanûna bûdceya sala 2018an li gelê vî welatî, destnîşan kir: Pesendkirina vê qanûnê encama hevkariya parliman û dewleta Iraqê ye.

Li gorî rapora ISNAyê ji zarê têlêvîziyoniya Sûrmiriyê, Heyder Ebadiyê serokwezîrê Iraqê bi daxûyaniyekê ragihand: Bi pesendkirina qanûna bûdceyê, dewlet dikare siyaset û projeyên geşepêdan û xizmetguzariyê û bernameyên xwe yên aborî û civakî cih bîne û berjewendiyên welatiyan û meaşa kedkaran li tevahiya navçeyên Iraqê bide.

Serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser pêwîstiya xerckirina bi armanc, zêdekirina çavkaniyên derhata dewletê û zêdekirina çavdêriyan li ser Beytulmalê, ji giştî wezaretxane, navend û rêvebiriyên dewletê xwest ku bi baştirîn awayî erkên xwe cih bînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu