İslami Davet Kurdi Bange İslami

Kuştina 36 têrorîstên DAIŞ`ê li derdora parêzgeha Nêynewayê

Li dewama pêşdaçûnên hêzên artêşa Iraqê di çarçova opêrasyona azadkirina Mûsil navenda parêzgeha Nêynewayê da, 36 têrorîstên DAIŞ`î hatin kuştinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, di encama êrişa balafirên cengê yên Iraqê ser baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li devera Tel Zeltê li rojavaya Mûsilê da, 21 têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê.

Hêzên polîs ên fêdêral ên Iraqê jî ragihandin ku bi dû êrişa bi mûşekan ser meqera têrorîstên DAIŞ`ê li devera Yeremûkê ser bi Mûsilê, 15 têrorîst hatin kuştinê.

Fermandarê operasyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê jî ragihand: Hêzên iraqî, akadêmîya polîsanû navenda tiranzîta bajarê Mûsilê li bakûra vî şarî azad kirin.

Serleşker Reşîd Yarellah fermandarê operasyona azadkirina parêzgeha Nêynewayê di vî warî da got: Hêzên iraqî herwiha karxana simîtê û devera Heyakelê li bakûra rojhilata Mûsilê ji lepên têrorîstan azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version