CîhanEwropaNûçe

Li Dusseldorfê êrîşa bi balte: Bi kêmî 5 kes birîndar bûn

Hat ragihandin ku li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê kesekî bi balteyan êrîşî xelkê kir û di encama êrîşê de herî kêm 5 kes birîndar bûn.

Hat zanîn êrîşkarê ku nasnameya wî nehatiye ragihandin bi birîndarî hatiye desteserkirin.

Seferên trênê yê bajarê Dusseldorfê piştî bûyerê bo demekê hatin betalkirin û li dorûbera stasyona trênê hêzên ewlekariyê hatin bicîkirin. Hîn diyar nebûye bê êrîşkar bi çi mebestê ev êrîş pêk aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu