CîhanÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Daxûyaniya Navenda Mafên Mirovan a Îranê bi boneya roja cîhanî ya Mafên Mirovan

Navenda Mafên Mirovan a Îranê bi boneya roja cîhanî ya Mafên Mirovan li daxûyaniyekê daxwaz kir ku welat yan saziyên navnetewî ji meselên wekî Mafên Mirovan bona dasepandina bîr û baweriyên çandî, siyasî û aborî behre negirin.

Navenda Mafên Mirovan a Îranê destnîşan kir; Bikaranîna nerewa ya zorbêjan ji nijyara saziyên navnetewî pê behregirtina ji propaganda û helahelaya medyayî û torên civakî tu hêjatiyek jibo van saziyan li warê berevaniya ji Mafên Mirovan nehiştiye.

Navenda Mafên Mirovan a Îranê destnîşan kir; Rejîma Siyonîstî bi palpiştiya Amerîka û Ewrûpayê, gelê Filistînê dorpêç kiriye û axa filistîniyan dagir kiriye û heqê jiyanê ji gelê Filistînê istandiye.

Li daxûyaniya NavendaMafên Mirovan a Îranê hatiye, li Sûriyê û Iraqê jî bi sedan hezar ji kesên bê guneh bi destê terorîstên ku Amerîka û Rejîma Siyonîstî ji wan piştevaniyê dikin, tên kuştin .

Li gorî vê daxûyaniyê, eva nîzikî du sal in ku xelkê Yemenê jî ketiye ber êrişên nemirovane yên Erebistan, Amerîka û Ingilîzê û hinekên din ji welatên navçê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu