Li encama êrişên çekdariyê, yên 48 sietên bihurî li Emerîkayê, herîkêm 46 emerîkî hatin kuştin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, navenda amara gulleavêtina li Emerîkayê ragihand: li 179 mijarên avêtina gulleyan li seranserê vî welatî li 48 sietên buhurî, herîkêm 46 emerîkî hatin kuştin û 114 kesên din jî birîndar bûn.
Ev êriş li eyaletên curbicure Emerîkayê qewimîne.
Hejmarek ji goriyên gulleavêtinên hanê, zarok û nûgiha ne.
Her wiha ji destpêka sala 2016`an heya niha, zêdetir ji 50 hezar mijarên gulleavêtinê li seranserê Emerîkayê hatine ragihandin ku li encama van gulleavêtinan, nêzîkî 13 hezar kes hatine kuştin û 27 hezar kesên din jî birîndar bûne.
Tevî daxwaza grûpên alîgir û berevanê mafên welatîbûnê li Emerîkayê, ji ber qaweta lobiya çekan heya niha koşka Sipî jibo kivşkirina hin qanûnan li bara sînordariya firotina çekan bi ser neketiye.
Navenda amarê ya gulleavêtinê li Emerîkayê çavkaniyeke komkirina gulleavêtinê li eyaletên seranserê vî welatî ye .
Lêzanînên vê çavkaniyê ji du hezar medyayê nûçên xwecî li Emerîkayê, grûpên mafên mirovan, çavkaniyên dewletî û çavkaniyên ticarî di rojê de tên komkirin û armanca wê raberkirina lêzanînan li bara tund û tûjiyên li encama gulleavêtinê li vî welatî ye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)