IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina 6 terorîstên DAIŞ`ê li rojavaya El-Enabra Iraqê

Bingeheke fermandariya a operasiyona El-Cezîrê li parêzgeha El-Enbarê duh şemiyê ragihand, 6 terorîstên DAIŞ`ê ji ber teqîna kargehekî bombedanîna nav tirombîlan, li rojavaya vê parêzgehê hatine kuştin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Medî Press`ê, Bingehekî qumandihiya operasiyona El-Cezîrê li parêzgeha El-Enbarê ku xwest navê wî eşkera nebe ragihand, 6 terorîstên DAIŞ`ê ji ber teqîna bombekê li nav kargehekî danîna bomban li nav tirombîlan li bajarê Eneyê li rojavaya El-Enbarê hatine kuştin.

Vî bingehî ragihan ku ev terorîstane li halî danîna madên teqandinî li nav tayêrên tirombîlan bûne bona ku hêzên ewlehiya Iraqê bikine hedefa êrişên xwe ku nişkêva yek ji van bomban teqiya û ev terorîstane hatine kuştin.

Eva li halekê ye ku hêzên iraqî li çarçîva operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê, çend gundên din jî li mêhwera bakûrî ya vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞ`ê azad kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu