IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina 60 terorîstan li Iraqê

Ji ber êrişa êvara duh duşemê ya firokên şerî yên artêşa Iraqê ser pêgehên terorîstan li rojavaya parêzgeha Neynewayê 60 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û 15 trombîlên wan ji wan 3 trombîlên mînkirî jî di nav êgir da şewitîn.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, grûpa medyayî ya şêr ser bi wezareta berevaniya Iraqê ragihand ku ji ber êrişa êvara duh duşemê ya firokên şerî yên artêşa vî welatî bi alîkariya hêzên gelanî yên vî welatî ser pêgehên terorîstan li rojavaya parêzgeha Nêynewayê 60 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin .

Hatiye ragihandin ku firokên şerî yên Iraqê navçên Eyîn Hesan û Şeriye bombebaran kirin ku xîncî van 15 trombîlên terorîstan, gelek ji çek û sîlahên wan jî şewitîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu