IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina bi dehan endamên DAIŞ`ê li Neynewaya Iraqê

Çavkaniyên iraqî li bara kuştina 69 kes ji endamên DAIŞ`ê li parêzgeha Neynewayê agahî dan.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Iraqê, Waiê, Rêxistina istixbarata Iraqê roja înê ragihand ku hêza esmanî ya Iraqê bi êrişa ser navça El-Qezlanî li parzêgeha Neynewayê 20 kes ji endamên grûpa tekfîrî -siyonîstî ya DAIŞ`ê kuştin û depoyeke çek û silehên wan têk birin.

Her wiha li necama êrişa balafirên iraqî ser meqerên DAIŞ`ê li navça Hemam El-Elîlê li Mûsila navenda parzêgeha Neynewayê 49 endamên DAIŞ`ê hatin kuştin. Tê gotin ku li encama êrişên hanê Nasir Heamdî Heza û Yûnis Hemadî Heza ji fermandên DAIŞ`ê hatine kuştin . Li gorî nûçeyeke din hêzên iraqî gundê El-Nesrê li bajarê Mexmûrê, başûrê rojhilata Mûsilê li parzêgeha Neynewayê azad kirin.
Niha tenê çar gund li Mexmûrê di kontrola terorîstê DAIŞê de ne . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu