Hêzên artêşa Sûriyê li operasyona xwe li dijî terorîstên ser bi bereya El-Nusre li derdora Idlibê û Hemahê bi dehan kes ji wan kuştin.
Li gorî rapora roja çarşmiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê El-Ehdê hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê karîn di dewama pêşdeçûnên xwe li derdora Idlibê li bakurê rojava vî welatî êrişa berfireh a endamên bereya El-Nusre û komên telkildarê wê li navçên Tel Exber, Tel Sekîk, ETşan, Tel Merq û Welxewînê li derdora başûrê rojhilata Idlibê bêencam bikin.
Çavkaniyên meydanî raghandin ku hejmarek zêde ji terorîsên ser bi Ehrar El-Şam li kemîna hêzên artêşa Sûriyê li navça Eşanê û zêde ji 50 kes ji wan yek ji serkirdeyên wan bi navê Ebûsêyf Kefer Ewîd hatin kuştin.
Hêzên artêşa Sûriyê li rojên derbasbûyî karîn ku kontrola çend gundan li derdora Idlibê bigrin destê xwe.
Her wiha li encama pevçûna navbera hêzên artêşa Sûriyê û terorîstan li derdora bakurê rojhilata Hemahê li rojava Sûriyê yek ji berpirsên eskerî yên koma nasiyar bi artêşa El-Nesrê bi navê Îbrahîm El-Elyan , nasiyar bi Ebû Rebî bi derba gulleyên hêzên artêşa Sûriyê hat kuştin.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yên ku ji aliyê Emerîka û hin welatên rojava û ereb ve piştgirî dibin, ji bo guhertina mudaileyên navçê ser qezanca Rejîma Siyonîstî destpê bû lê ev hewldan ji ber piştgiriya gelanî û bereya berxwedanê bêencam mane.