IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê li Al-Anbarê

Yek ji fermandeyên artêşa Iraqê ragihand, di encama bombebarana baregehên têrorîstên DAIŞ`ê li parêzgeha Al-Anbarê da, bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê ku di nava wan da welatîyên ereb ên welatên din jî hebûn, hatin kuştinê yan birîndar bûn.

Nuiman Evdilzuibî fermandeyê leşkera Heftem a artêşa Iraqê ragihand: Balafirên cengê yên Iraqê îro kargeheke çêkirina bombeyan, despoya rext û sîlehan û navenda bicihbûna têrorîstên DAIŞ`ê li devera Kerabele ya bajarê Qaimê li 350 kîlomêtrîya rojavaya Remadîyê li parêzgeha Al-Anbarê dan ber bombeyan.

Zuibî herwiha got: Êrişa din a hêza hewayî ya artêşa Iraqê li ser têrorîstên devera Ekaşatê li bakûra şarê Retebê li 310 kîlomêtrîya rojavaya Remadîyê pêk hat ku di encamê da gellek têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştinê yan birîndar bûn.

Nacî Meryanî yek ji endamên pilebilind ên Seraya Selam (gurdan ango tabûrên aştîyê) ser bi Tevgera Sedr a Iraqê jî bi daxûyanîyekê ragihand, di encama êrişa hêzên Seraya Selamê ser çeperên têrorîstên DAIŞ`ê bi armanca girêdana xeta têkilîya di navbera balafirgeha Zelûîyê û devera Metîbîcê li parêzgeha Selahedînê da, 13 têrorîst ji wan çend serkirdên vê komê hatin kuştinê.

Meryanî herwiha got: Li gorî şehedîyan, 10 kes ji kuştîyan welatîyên bîyanî û 3 kes ji wan jî serkirdên koma têrorîst a DAIŞ`ê bûn.

Çavkanîyeke ewlehîyê li parêzgeha Nêynewayê jî ragihand ku di encama êrişa têrorîstên DAIŞ`ê ya bi hawanan ser devera Mûsil Cedîdê li başûra rojavaya Mûsilê da, 6 endamên malbatekê hatin kuştinê û 15 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu