Erkantiya qumandihiya hevpar a artêşa Iraqê li daxûyaniya xwe ya îro duşemê ragihand; Ji ber êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser pêgeheke terorîstan li taxa Cerîcebê li bajarê sînorî yê Qaêmê li rojavaya El-Enbarê , gelek ji terorîstan hatine kuştin û hemû çek û sîlahên van terorîstan jî hatine şewitandin.
Li vê daxûyaniyê hatiye ku li vê êrişa hewayî ya artêşa Iraqê ser pêgehên terorîstan 30 terorîst hatine kuştin û 25 terorîst jî birîndar bûn.
Eva li halekî ye ku hêza hewayî ya artêşa Iraqê li nêzikiya sînorê vî welatî tev Sûriyê navçên bakûr û bakûra rojavaya Enbarê bi taybet navçên Qaêm, El-Ane û Rawe bombebaran kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)