IraqNûçeRojhilatanavin

Dewama opêrasiyona hêzên iraqî li dijî DAIŞ`ê li rojavaya parêzgeha Enbarê

Hêzên Heşdê Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê îro opêrasiyona xwe ya dijî DAIŞ`ê li rojavaya parêzgeha Enbarê domandin.

Li gorî rapora Mehr News`ê ji zarê El Nehrêynê, odeya ragihandinê ya Heşdê şeibî ragihand: “Hêzên gelanî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê berbanga îro Pêncşemiyê di roja heştem a destpêka opêrasiyona azadkirina navçeya Qaêmê li rojavaya Enbarê û li nêzikî navenda vê navçeyê amade ne ku êrîşî ser baregehên DAIŞ`ê bikin.

Çavkaniyên zanyariyan nên Iraqê jî qala kuştina Ebu Ehmed El Iraqî, tayînkiriyê DAIŞ`ê li navçeya Qaêmê ji ber bom,bebaraneka esmanî kirin û ragihandin: “Li bombebarana vê karwanê, hejmareka zêde ya têrorîstên DAIŞ`ê jî hatin kuştin û 10 erebe jî ji nav çûn“.

Li vî halî, femandetiya opêrasiyona hevpar a Iraqê li bersiva bo hin gotegotan derbarê peydabûna goreka komkî bi zêde ji 450 leşên hêzên iraqî li navçeya Seqlaviyê, got: “Koma meydanî hemî dever û navçe dan ber lêgerînê û tenê leşê kesek 25 salî ku du salan berî niha miribû, hat peydakirin“.

Fermandetiya opêrasiyona hevpar her wiha ragihand: “Ev dengoyên derewîn, ji bo lawazkirina morala hêzên iraqî hatin berbelavkirin ku xiyaneteka mezin e û li gorî qanûnê, dê sebekarên wê bên cezakirin“.

Li gorî nûçeyeka din ji Iraqê, sertîp Elî Hemdanî, fermandarê Tîpa Yazdehan a hêzên seferberiya gelanî yên Iraqê nasyar bi Heşdê Şeibî, îro got: “Fermandarên hêzên Heşdê Şeibî planek ji bo destpêkirina nû ya peywendiyên ticarî navbera Iraq, Sûriye û Urdinê piştî pêkanîna ewlehiyê li sînoran hilkolandin“.

Hemdanî destnîşan kir: “Hêzên Heşdê Şeibî jib o azadkirina navçeya Qaêmê û bicihkirina yekîneyên beşdar her wiha plandarêştina ji bo birêxistina jiyana asayî li wan navçeyan piştî azadkirinê, dixebitin“.

Dawîn qonaxa opêrasiyonan berfireh a artêşa Iraqê ji bo azadkirina bajarên Qaêm û Raveyê li rojavaya parêzgeha Enbarê ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞ`ê ji berbanga Pêncşemiya heftiya buhurî va li ser fermana serokwezîrê vî welatî, Heyder Ebadî, dest pê bû.

Başa dön tuşu