Kuştina du eskerên siûdî li Cîzanê

Du eskerên siûdî roja yekşemiyê li navça El-Mueneqê li Cîzanê li başûrê Erebistanê ketine ber gulleyên nîşangirên yemenî û hatin kuştin.
Navenda nûçan a El-Mesîrê ya Yemenê ragihand li Adara buhurî li encama êrişa artêşê û kumîteyên gelanî ya Yemenê ser meqerên eskerên siûdî li Necranê, Cîzan û Esîrê li başûrê Erebisatnê, 70 eskerên siûdî û kirêgirtiyên wan hatin kuştin.
Li gorî vê raporê, yekînên topxana artêşê û komîtên gelanî yên Yemenî şemiyê şevê navendeke eskerên siûdî li navça Xûbê li Cîzana Erebistanê dan ber êrişê ku li encama vê êrişê, hejmarek ji eskerên siûdî hatin kuştin an birîndar bûn û her wiha hejmarek ji trimbêlên wan ên zirihî îmha bûn.
Êrişên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li mehên derbasbûyî ser meqerên eskerên siûdî li axa Erebistanê zêde bûye.
Rejîma Alê Siûd ji Adara 2015`an bi pişgiriya Emerîkayê êriş kiriye ser Yemenê da ku Ebd Rebbê Mensûr Hadî serokkomarê îstifakirî yê vî welatî vegerîne ser desthilatê.
Li encama êrişên Erebisatnê ser Yemenê zêde ji 11 hezar kes hatine kuştin û sê milyon kes jî aware bûne û xêncî wê gelek xisar li teşkîlata binavahiyên vî welatî xistiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)