İslami Davet Kurdi Bange İslami

Kuştina du fermandên terorîstan li başûrê Sûriyê

Du serkirdeyên koma terorîstî ya nasiyar bi Artêşa Azad a Sûriyê, li encama pevçûna bi hêêzn artêşê li parêzgeha Derayê li başûrê vî welatî hatin kuştin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, medya nêzîkî terorîstan, roja îniyê raghandin ku Muhemed El-Mehamîd û Muhemed  Qasim El-Kesûr Herîrî du fermandên  koma artêşa azad li encama pevçûna tev artêşa Sûriyê li derdora bajarokê El-Neîmê li rojhilata  Derayê hatin kuştin.

Ji aliyê din ve, yekînên artêşa Sûriyê, dawîn navendên kombûna  terorîstên bereya  El-Nusre li navça  El-Neîmê li derdora rojhilat Drayê têk birin.

Erkantiya propagende û ragahndina şêr  a artêşa Sûriyê raghand ku hêzên sûrî bajarê Neîme û zewiyên  El-Şere li rojhilata  parêzgeha  Derayê azad kirin.

Artêşa Sûriyê operasyonek ji sê mêhwerên  li dijî terorîstan li rojhilata parêzgeha  Derayê, navçeya stratejîk li başûrê Sûriyê, nêzîkî sînorê navbera Urdin û Golana dagirbûyî destpê kiriye.

 Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên teroîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina  muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.

Exit mobile version