NûçeRojhilatanavinYemen

Kuştina hejmarek ji kirêgirtiyên siûdî li Yemenê

Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi êrişa ser kirêgirtiyên siûdî ser Sebreynê li beşa Xeb û El-Şefê ya parêzgeha Cewfê hejmarek ji wan kuştin.

 Li gorî raporaroja pêanşmiyê ya El-Alamê, çavkaniyeke  artêşa Yemenê li Cewfê li bakurê Yemenê got: Li encama vê operasyonê hinek çek û sîlehên şer jî ji kirêgirtiyên siûdî xenîmet girtine.

Du caran hewldna  kirêgirtiyên siûdî ji bo derbasbûna  nav meqerên  artêşê û komîteyên  gelanî yên  Yemenê li bereyên  El-Şeqebê ûEl-Mefalisê li Hîfanê li parêzgeha  Teizê li bşûrê rojava Yemenê jî bêencam bû.

Hêzên artêşê û komîteyên  gelanî yên Yemenê li vê operasyonê bo topxana xwe meqerên  kirêgirtiyên siûdî têk birin û hejmark ji wan  kuştin an birîndar kirin.

Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji 26`ê Adara 2015an va bi mehneya vegerandina Ebde Rebbe Mensûr Hadî, serokomarê destjikarkişandî yê Yemenê bo ser desthilatê, êrîşî ser vî welatî kiirye û hevdem ev welata ji hêla erd, esman û deryayê va dorpêç kiriye.

Rêjîma Siûdî û Amerîkayê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne armancên xwe li vî welatî (Desthilatdarkirina kesên ser wan) bi dest bixin.

Başa dön tuşu