Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê bi êrişa ser kirêgirtiyên siûdî ser Sebreynê li beşa Xeb û El-Şefê ya parêzgeha Cewfê hejmarek ji wan kuştin.
Li gorî raporaroja pêanşmiyê ya El-Alamê, çavkaniyeke artêşa Yemenê li Cewfê li bakurê Yemenê got: Li encama vê operasyonê hinek çek û sîlehên şer jî ji kirêgirtiyên siûdî xenîmet girtine.
Du caran hewldna kirêgirtiyên siûdî ji bo derbasbûna nav meqerên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li bereyên El-Şeqebê ûEl-Mefalisê li Hîfanê li parêzgeha Teizê li bşûrê rojava Yemenê jî bêencam bû.
Hêzên artêşê û komîteyên gelanî yên Yemenê li vê operasyonê bo topxana xwe meqerên kirêgirtiyên siûdî têk birin û hejmark ji wan kuştin an birîndar kirin.
Erebistanê bi piştevaniya Amerîka, Imarat û çend welatên din ji 26`ê Adara 2015an va bi mehneya vegerandina Ebde Rebbe Mensûr Hadî, serokomarê destjikarkişandî yê Yemenê bo ser desthilatê, êrîşî ser vî welatî kiirye û hevdem ev welata ji hêla erd, esman û deryayê va dorpêç kiriye.
Rêjîma Siûdî û Amerîkayê heta niha ji ber Berxwedana gelê Yemenê nekarîne armancên xwe li vî welatî (Desthilatdarkirina kesên ser wan) bi dest bixin.