IraqNûçeRojhilatanavin

Ebadî: Pêşdeçûna hêzên iraqî li Mûsilê hêjayê pesindayînê ye

Serokwezîrê Iraqê got ku pêşdeçûna lezgîn a hêzên iraqî ber bi bajarê Mûsilê pir balkêş û hêjayê pesindayîn û qedirzaniyê ye.

 Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja yekşemiyê li seredana  bereya rojhilata Mûsilê destnîşan kir ku bi berdewamiya serketinên hêzên iraqî û şerê wan ê giran li dij terorîstên DAIŞê li nav Mûsilê dê bi zûtirkê ev bajêra were azadkirin.

Ebadî got ku pêşdeçûna hêzên iraqî carnan ji ber trimbêîlên bombekirî yên terorîstên DAIŞê û bombeyên li kêleka rê tên rawestandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu