NûçeRojhilatanavinSûriye

Kuştina hejmarek ji terorîstan li parzêgeha Quneyterê ya Sûriyê

Artêş û hêzên çekdar ên Sûriyê hewldana terorîstên bereya El-Nusrê jibo êrişa ser navendeke xwe li parêzgeha Quneyterê bêencam kirin.

  Li gorî rapora SANA Newsê, li encama van pevçûnan ku roja yekşemê qewimî hejmarek ji terorîstan hatin kuştin û cebilxanên terorîstan li başûrê rojava Sûriyê îmha kirin.

Grûpa terorîstî ya bereya El-Nusre bi gulleavêtina ser cotkarên parêzgeha Quneyterê çend  welatiyên sûrî birîndar kirin.

Terorîstên bereya El-Nusre li parzêgeha Quneyterê ya Sûriyê ji aliyê Rejîam Siyonîstî ji babeta îstixbarata leşkerî û alîkariyên çek û sîlahî ve  tên piştgirîkirin.

Di eynî demê de , artêşa  Sûriyê li dewama rawestana li ber grûpên terorîstî, kontrola hin navçên Wadî Berdî li bakurê rojava Şamê girt destê xwe . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu