IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina hejumareke têrorîstan li bakûra Iraqê

Di encama opêrasyona hêzên iraqî li bakûra vî welatî da, bi dehan têrorîstên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li gorî rapora Firat News`ê, Necim Cibûrî fermandarê opêrasyona parêzgeha Nêynewayê îro ragihand ku hemî 7 gundên başûra Mûsilê tam ji bin epên têrorîstên DAIŞ`ê hatin azadkirin û niha hemî gundên rexê rojhilata çemê Diclê di bin kontrola hêzên artêşa Iraqê da ne.

Di encama vê opêrasyonê da bi dehan têrorîstên DAIŞ`î hatin kuştin.

Ji hêla din va, Ehmed Cibûrî walîyê Selahedîna Iraqê behsa hewldana bo gîhandina xizmetan jibo 5 hezar awareyên iraqî li deverên bakûra vê parêzgehê û beşên din ên başûra parêzgeha Nêynewayê kir.

Cibûrî pêkutî kir ku hemî dayreyên dewletê li parêzgeha Selahedînê jibo raberkirina xizmetan bo awareyên li vê parêzgehê amade ne. (BANGÊ ÎSLAMİ)

Başa dön tuşu