ÎranNûçeRojhilatanavin

Kuştina kesê dudiyan ê koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê

Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî berêvara îniyê li bara kuştina Mela Haşim Nekrî, kesê pila dudiyan ê koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê li bajarê Serawanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê agahî da.

 Serdar sertîp Pasdar Muhemed Xakpûr destnîşan kir ku têkoşerên Sipahê Îslamê li meqera Qudsê ya hêza bejahiyê ya  Sipahê pasdarên  Inqilaba  Îslamî roja  îniyê li operasyoneke  deqîq û nişkêveyî karîn ku 4 terorîstan bikujin.

Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha got: Bi naskirina meytên terorîstan hat kivşkirin ku yek ji terorîstên  kuştî Mela Haşim Nekrî kesê dudiyan ê koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê ye ku li salên buhurî fermandehiya  piraniya operasyonên  terorîstî û xirabkarane yên vê komê li parêzgeha  Sîstan û Belûçistanê kiriye.

Serdar Pakpûr bal kişand  ser vê yekê ku  sînorvanên Îranê bona parastina ewlehiya Îrana Îslamî tim cidî ne û destnîşan kir ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê tu carî îznê nedin ku  ewlehî û aramiya  gelê Îranê ji aliyê hinek kirêgirtiyan û serwîsên  sîxoriyê yên dijminên  navçeyî û drevey navçeyî bikeve xeterê.

Beşa raghandinê ya navenda Qudsê ya hêza bejahiyê ya  Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî vê sibê li bara  têkbirina  tîmeke terorîstî ya ser bi îstikbara cîhanî li navça sînorî ya Serawanê û kuştin û birîndarbûna  6 terorîstan  li encama vê operasyona deqîq û nişkêveyî agahî dabû.

Koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê bi bîr û hizrên  selefî û wehabî ji wan piştgirên  komêîn terorîstî û tekfîrî li Sûriyê ye.

Vê komê heya niha berpirsiyariya  çend kuştin û  teroran li parêzgeha  Sîstan û Belûçistanê ji wan şehadeta  9 kes ji sînorvanên  îranî li navça Mîrcaweyê li 26 Nîsana 2017`an  girtiye istûyê xwe.

Koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê her wiha li şehîdkirina  heşt sînorvanên îranî li sînorên rojhilatê û agirberdana  meytê wan ên bê can dest hebûye.

Başa dön tuşu