Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî berêvara îniyê li bara kuştina Mela Haşim Nekrî, kesê pila dudiyan ê koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê li bajarê Serawanê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilata Îranê agahî da.
Serdar sertîp Pasdar Muhemed Xakpûr destnîşan kir ku têkoşerên Sipahê Îslamê li meqera Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî roja îniyê li operasyoneke deqîq û nişkêveyî karîn ku 4 terorîstan bikujin.
Fermandê hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî her wiha got: Bi naskirina meytên terorîstan hat kivşkirin ku yek ji terorîstên kuştî Mela Haşim Nekrî kesê dudiyan ê koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê ye ku li salên buhurî fermandehiya piraniya operasyonên terorîstî û xirabkarane yên vê komê li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê kiriye.
Serdar Pakpûr bal kişand ser vê yekê ku sînorvanên Îranê bona parastina ewlehiya Îrana Îslamî tim cidî ne û destnîşan kir ku hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê dê tu carî îznê nedin ku ewlehî û aramiya gelê Îranê ji aliyê hinek kirêgirtiyan û serwîsên sîxoriyê yên dijminên navçeyî û drevey navçeyî bikeve xeterê.
Beşa raghandinê ya navenda Qudsê ya hêza bejahiyê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî vê sibê li bara têkbirina tîmeke terorîstî ya ser bi îstikbara cîhanî li navça sînorî ya Serawanê û kuştin û birîndarbûna 6 terorîstan li encama vê operasyona deqîq û nişkêveyî agahî dabû.
Koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê bi bîr û hizrên selefî û wehabî ji wan piştgirên komêîn terorîstî û tekfîrî li Sûriyê ye.
Vê komê heya niha berpirsiyariya çend kuştin û teroran li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ji wan şehadeta 9 kes ji sînorvanên îranî li navça Mîrcaweyê li 26 Nîsana 2017`an girtiye istûyê xwe.
Koma terorîstî ya Ceyş Ul-Zilmê her wiha li şehîdkirina heşt sînorvanên îranî li sînorên rojhilatê û agirberdana meytê wan ên bê can dest hebûye.