ÎranNûçeRojhilatanavin

Erknatiya fermandehiya aboriya berxwedanê li nizama biryardayînê ya dewleta Îranê cih û şûneke taybet heye ku divê ji vê erkantiyê, siyasetên aboriya berxwedanê bişopînin û jêre plan û bernameyan darêjin

Îshaq Cehangîrî, alîkarê ewil ê serokkomarê Îranê berêvariya roja çarşemiyê dema seredana  çend navendên  cotkarî û berhemîn pêşeyî li bajarê Robat Kerîmê(li başûrê rojava Îranê) di nava koma nûçegihanan de got : Plan û bernameyên  aboriya berxwedanê li sê beşên demkurt, demnavîn û demdirêj di ewlewiyeta  bernameyên dewletê de ne.

Cehangîrî destnîşan kir:  Di çarçova aboriya berxwedanê li beşa demkurt,  Dê Îran bi zûtirkê bi behre wergirtina  ji  projeya palîngeha  Sitareya Kendava Farsê li warê berhemanîna benzînê dê bêminet bibe.  Cehangîrî her wiha  yek ji mêhwerên  aboriya berxwedanê li warê cotkariyê ewlehiya xwarekê da zanîn û got : Beşek ji aboriya berxwedanê girêdayî bi beşa cotkariyê ye û ser mijarên mîna  ewlehiya xwarekê û bikaranîna zirûfên  cotkariyê jibo zêdekirina  berhemnaîna li aboriya berxwedanê hatiye tekezkirin.

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got : zirûfên  sunetî yên beşa cotkariyê di Îranê de  aktîv  in û heya niha  raporên baş li vî warî hatien raberkirin.

Alîkarê ewil ê serokê Komara Îslamî ya Îarnê destnîşan kir: Bernama  bêminetiya(xwebesatî) li beşa şekir û çandina  silkan jî li hin  navçên Îranê amade bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu