50 endamên DAIŞ`ê dema revîna ji Mûsilê bi kincên guherandî hatin kuştin.
Li gorî rapora IRNA`yê ji Hewlêrê tevî azadkirina tam a bajarê Mûsilê navenda parêzgeha Neynewayê ji aliyê artêşa Iraqê va, lê paqijkirina beşên qedîmî yên bajêr ji aliyê hêzên taybet ên dijî terorê ya artêşa Iraqê hema wisa didome û di vê çarçoveyê hêzên artêşê karîn ku 50 terorîstan li rojên derbasbûyî bikujin.
Yek ji esferên Rêxistina rawestana li ber terorîzmê li Iraqê li gotûbêja bi nûçegihanê IRNA`yê ra li Hewlêrê got: “Li operasyona vê dawiyê ya vê rêxistinê, me karî 50 terorîstan ku bi guhertina kincên xwe dixwestin birevin me kuştin û hejmarekê jî bigrin“.
Serheng Riyaz Cewdet di dewamê de got: “Li beşên kevnar ên bajarê Mûsilê hejmarek ji teorîstên mayî xwe veşartine û artêş jî hewl dide van taxana jî ku tam hatien azadkirinê tam paqij bike“.
Kesê navbirî tekez kir ku heya niha 40 terorîstên çekdar ku birîndar bûne hatine gitin û artêş jî hewl dide ku veşartîgehên wan peyda bike û têk bibe.
Serheng Riyaz Cewdet jî got: “Van terorîstan bi kolana xendeqên curbicur li bajêr ji xwe re sitargeh çêkirine û hêzên taybet ên dijî terorê jî jibo girtina pêşiya bicihbûan wana dubare li bajêr hewl didin hemî xendeq û veşartgehan ji nav bibin. Li vê çarçoveyê em mal bi mal li taxên Qelîat, meydan û Şehwanê mijûlî paqijkirinê ne“ (BANGÊ ÎSLÂMİ).