NûçeRojhilatanavinSûriye

Kuştina sê kesên sivîl li encama êrişên bi hawanê yên terorîstan ser başûrê Sûriyê

Li encama êrişên hawanê yên komên terorîstî ser bajarê Suweydayê li başûrê Sûriyê û gundên derdora wê, herî kêm 3 xelkê sivîl hatin kuştin û du kesên din jî buirîndar bûn.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, çavkaniyên  nûçan ên sûrî roja îniyê raghandin ku navçên  xelknişîn ên  bajarê Suweydayê û derdora vî bajarî roja înê ketin ber êrişên  hawanê yên  terorîstên  ser bi bereya El-Nusreyê.

Terorîstên  bicihbûyî li hin gundan û bajarokên  li rojhilata parêzgeha  Derayê li başûrê Sûriyê,sê hawan ber bi  taxa  El-Nehzeyê ya bajarê Suweydayê avêtin ku li encama wê  sê kesên sivîl hatin kuştin û  du kes jî birîndar bûn û gelek xisar jî li mal û milkên xelkê navçê ket.

Terorîstên ser bi bereya El-Nusre her wiha  dest bi gulleavêtina  ser  gundên  Heran, Duwyre û Lebînê li derdora bajarê Suweyda  kirin.

Terorîstên bereya El-Nusre li rojhilata  parêzgeha  Derayê roja çarşemiyê jî çend  hawan ber bi  navçên xelknişîn ên bajarê Suweydatyê û gundên  El-Mecmîrê, Lebînê û Duwîrê li rojava  vî bajarî avêtin û gelek xisaret li hinek mal û trimbêklên  kesane yên  xelkê xistin.

Qeyrana li Sûriyê ji sala 2011`an bi êrişa berfireh a komên terorîstî yê ku ji aliyê Erebistan, Emerîka û hevpeymanên  wê ve piştgirî dibin, ji bo guhertina  muadileyên  navçê ser qezanca  Rejîma Siyonîstî destpê bû.

Başa dön tuşu