Kuştina sê serkirdeyên DAIŞ`ê, bêtifaqiya navbera endamên DAIŞ`ê ser bijartina cîgirê Bexdadî
Erkantiya îstixbarata artêşa Iraqê ragihand ku serkirdeyekî eskerî yê grûpa terorîstî ya DAIŞê, endamekî bi nav û deng ê istixbaratî û berpirsekî çekên kîmyayî yên vê grûpê li Mûsilê agahî da.
Li gorî nûçe SAHAR TV yê ji zarê rapora IRNA`yê, erkantiya istixbarata artêşa Iraqê roja yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Ednan El-Cibûrî serkirdeyê eskerî yê koma nasiyar bi Ceyş El-Esre, Ebû Esaf, berpirsê qaşo ewlehî û îstixbaratê li vê komê ku welatiyê Erebistana Siûdî ye û Ebûeyas serkirdê çekên kîmyayî li DAIŞê ku xelkê Meqribê ye tev 32 endamên DAIŞ`ê li Mûsilê hatine kuştin.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê pêştir çen caran çekên kîmyayî li dijî xelkê sivîl li Iraqê bi kar aniye lê civaka cîhanî li hember wê bertekeke cidî nîşan nedaye.
Li gor nûçeyeke din çavkaniyên ewlehiyê li ajansê Mûsilê ragihanin piştî berbijariya Ebûhefse El-Mûsilî wek cîgirê Ebûbekir El-Bexdadî, serkirdê DAIŞ`ê, valahî û qeliştên cidî navbera endamên DAIŞ`ê pêk aniye.
Çavkaniyên hanê her wiha gotin: El-Mûsilî ji kesên herî xwînrêj tê hejmarê û yek ji terorîstên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê tê hesabê.
Li gor nûçeyan Ebûbekr El-Bexdadî li encama êrişa hewayî ya Iraqê ser cihê civîna fermandên DAIŞê li rojava parêzgeha El-Enbarê li rojava Iraqê bi giranî birîndar bûye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)