IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina sê serkirdeyên DAIŞ`ê, bêtifaqiya navbera endamên DAIŞ`ê ser bijartina cîgirê Bexdadî

Erkantiya îstixbarata artêşa Iraqê ragihand ku serkirdeyekî eskerî yê grûpa terorîstî ya DAIŞê, endamekî bi nav û deng ê istixbaratî û berpirsekî çekên kîmyayî yên vê grûpê li Mûsilê agahî da.

 Li gorî nûçe SAHAR TV yê ji zarê rapora IRNA`yê,  erkantiya  istixbarata artêşa Iraqê roja yekşemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Ednan  El-Cibûrî serkirdeyê eskerî yê koma nasiyar bi  Ceyş El-Esre, Ebû Esaf, berpirsê qaşo ewlehî û îstixbaratê li vê komê ku welatiyê Erebistana  Siûdî ye û Ebûeyas serkirdê çekên kîmyayî li DAIŞê ku xelkê Meqribê ye tev 32 endamên DAIŞ`ê li Mûsilê hatine kuştin.

Grûpa terorîstî ya  DAIŞê pêştir  çen caran çekên kîmyayî li dijî xelkê sivîl li Iraqê bi kar aniye lê civaka cîhanî li hember wê bertekeke cidî nîşan nedaye.

Li gor nûçeyeke din çavkaniyên ewlehiyê li ajansê Mûsilê ragihanin  piştî berbijariya  Ebûhefse El-Mûsilî  wek cîgirê Ebûbekir El-Bexdadî, serkirdê DAIŞ`ê, valahî û qeliştên cidî navbera endamên  DAIŞ`ê pêk aniye.

Çavkaniyên hanê her wiha  gotin: El-Mûsilî ji kesên herî xwînrêj tê hejmarê û yek ji  terorîstên  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê tê hesabê.

Li gor nûçeyan Ebûbekr  El-Bexdadî li encama êrişa  hewayî ya Iraqê ser cihê civîna  fermandên  DAIŞê li rojava  parêzgeha  El-Enbarê li rojava Iraqê bi giranî birîndar bûye . (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu