İslami Davet Kurdi Bange İslami

Kuştina Sebebkarê êrişa kîmyayî li Kerkûkê hat kuştin

Sebebkarê êrişên terorîstî yên kîmyayî yê ku endamê grûpa terorîstiye DAIŞ’ê bû li Kerkûkê li bakûra Iraqê hate kuştin.

Li gor rapora telivîzyona El-Meyadînê, Hêzên gelanî yên Iraqê li operasiyona xwe ya nû çend terorîst, ji wan Ebas El-Kurdî sebebkarê êrişên kîmyayî ser navça Tazeyê li parêzgeha Kerkûkê kuştin.

Ji ber êrişa mûşekî ya vî terorîstî ser navça Tazeya parêzgeha Kerkûkê, bi dehan kesên sivîl hatibûn kuştin.

Grûpa terorîst a DAIŞ’ê li vê êrişa xwe ya ser xelkê sivîl Gaza Xerdelê bi kar anîbû.

Saziya Rêxistina Netewên Yekgirtî û saziyên din ên navnetewî bi caran piştrast kirine ku grûpa terorîst a DAIŞ’ê çekên qedexe li nav axa Sûriyê û Iraqê bi kar aniye. (ÎSLÂMİ DAVET KURDÎ)

Exit mobile version