IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina serkirdeyekî DAIŞ`ê li êrîşa esmanî ser bakurê rojhilata Diyaleyê

Yek ji serkirdeyên koma wehabî-siyonîst a DAIŞ`ê li êrîşa esmanî ya li ser bakurê rojhilata Diyaleyê hat kuştin.

Li gorî rapora Sumeria News`a Iraqê, rayedarekî pileberz ê ewlehiyê li parêzgeha Diyaleya Iraqê îro anku Îniyê qala kuştina serkirdeyekî DAIŞ`ê û du kes ji hevriyên wî li êrîşa esmanî li ser mêvanxaneyeka bakurê rojhilata Diyaleyê kir.

Vî rayedarên ewlehiyê li hevpeyivîna bi Sumeria News`a Iraqê got: “Li êrîşa esmanî li ser derdora Wadî Selabê li 85 Kîlomitriya bakurê rojhilata Beqûbeyê, emîrê DAIŞ`ê hevrê digel du hevriyên wî hatin kuştin“.

Vî rayedarê ewlehiyê ku nexwest navê wî were birin, got: “Hêzên ewlehiyê yên hevpar opêrasiyona berhevkirina leşan û cihê êrîşê dest pê kirine“.

Hejmareka zêde ya serkirdeyên DAIŞ`ê di heyama mehên bihurî da li êrşîşên esmanî ser deverên cûrbicûr ên Diyaleyê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu