IraqNûçeRojhilatanavin

Kuştina serkirdeyekî DAIŞ`ê li Iraqê

Serkirdê û rûnimayê Ebûbekir Bexdadî hat kuştin.

Çavkaniyên  ser bi Heşda Şebî yên Iraqê li bara kuştina  serkirdê herî bi nav û deng ê DAIŞê li encama teqîna li nêzîzkî navça El-Metîbîcê li rojhilata Selahedînê agahî dan.

Cebar El-Memûrî ji fermandeyên Heşda Şebî ya Iraqê got: Yek ji serkirdeyên  herînaskirî yê DAIŞê li encama  teqîna  li rojhilata  Selahedînê hatiye kuştin. Navê wî Berhûm e.

Berhûm rola  bingehîn  li DAIŞê hebûye jibo derbasbûna nav  Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê û El-Metîbîcê û navçên din ji ber lêzanîn û nasiyarbûna  bi xwezaya van navçana.

Ji aliyê din ve yek ji berpisrên  iraqî li parêzgeha  Kerkûkêê li bara kuştina berpirsê eskerî yê DAIŞê li parêzgeha  Diyalê li encama êrişa  çekdariyê li yek ji gundên  Hewîcê agahî da.

Dayira Îstixbarata eskerî ay Iraqê nêzîkî 30 kemberên teqînê û 4 matorln bombekirî li weşartgeheke DAIŞê li geliya navbera navça El-Bûesafê li nêzîkî riay Bêcî-Hedîsê li parêzgeha Enbarê keşf û zewt kirin.

Li gor nûçeyeke din piraniya endamên  DAIŞê bi kinên jinan û bi xemilandin û bikaranîna  sorav û sipyavê  dixwestin ku ji bajêr birevin.

Piraniya endamên DAIŞê dixwestin bi  sorav û sipyaveke  zêde xwe ji mirinê rizgar bikin û ji bajarê Mûsilê birevin ku bi girtina wan , niqaba  ser wan hat rakirin.

DAIŞê bi weşandina wêneyên  îdamê yên  endamekî Heşda Şebî li parzêgeha Diyala Iraqê xwe weartian wxe li vê parzêgehê piştrast kir.

Grûpa terorîstî ya DAIŞê duh yek ji endamên  Heşda Şebî ya Iraqê li bajarê Xaneqînê li parzêgeha Diyala Iraqê îdam kir.

Li wêneyên hanê Ebdulsetar Meteb Wehab ji endamên Heşda Şebî li gornekê ku pêştir hatibû kulanê bi gulla enadmekî DAIŞê canê xwe ji dest da (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu