Serkirdê û rûnimayê Ebûbekir Bexdadî hat kuştin.
Çavkaniyên ser bi Heşda Şebî yên Iraqê li bara kuştina serkirdê herî bi nav û deng ê DAIŞê li encama teqîna li nêzîzkî navça El-Metîbîcê li rojhilata Selahedînê agahî dan.
Cebar El-Memûrî ji fermandeyên Heşda Şebî ya Iraqê got: Yek ji serkirdeyên herînaskirî yê DAIŞê li encama teqîna li rojhilata Selahedînê hatiye kuştin. Navê wî Berhûm e.
Berhûm rola bingehîn li DAIŞê hebûye jibo derbasbûna nav Hewîcê li başûrê rojava Kerkûkê û El-Metîbîcê û navçên din ji ber lêzanîn û nasiyarbûna bi xwezaya van navçana.
Ji aliyê din ve yek ji berpisrên iraqî li parêzgeha Kerkûkêê li bara kuştina berpirsê eskerî yê DAIŞê li parêzgeha Diyalê li encama êrişa çekdariyê li yek ji gundên Hewîcê agahî da.
Dayira Îstixbarata eskerî ay Iraqê nêzîkî 30 kemberên teqînê û 4 matorln bombekirî li weşartgeheke DAIŞê li geliya navbera navça El-Bûesafê li nêzîkî riay Bêcî-Hedîsê li parêzgeha Enbarê keşf û zewt kirin.
Li gor nûçeyeke din piraniya endamên DAIŞê bi kinên jinan û bi xemilandin û bikaranîna sorav û sipyavê dixwestin ku ji bajêr birevin.
Piraniya endamên DAIŞê dixwestin bi sorav û sipyaveke zêde xwe ji mirinê rizgar bikin û ji bajarê Mûsilê birevin ku bi girtina wan , niqaba ser wan hat rakirin.
DAIŞê bi weşandina wêneyên îdamê yên endamekî Heşda Şebî li parzêgeha Diyala Iraqê xwe weartian wxe li vê parzêgehê piştrast kir.
Grûpa terorîstî ya DAIŞê duh yek ji endamên Heşda Şebî ya Iraqê li bajarê Xaneqînê li parzêgeha Diyala Iraqê îdam kir.
Li wêneyên hanê Ebdulsetar Meteb Wehab ji endamên Heşda Şebî li gornekê ku pêştir hatibû kulanê bi gulla enadmekî DAIŞê canê xwe ji dest da (BANGÊ ÎSLÂMİ).