Li operasyona artêşa Iraqê li bajarên El-Remadiyê û Felûcê li rojava vî welatî bi dehan terorîst hatin kuştin.
Li encama êrişên roja çarşemiyê ya balefirên artêşa Iraqê ser meqerên terorîstên DAIŞ`ê li El-Xalidiyê nêzîkî bajarê Remadiya Iraqê, Zahî Xelef El-Zîbanî serkirdê DAIŞ`ê tev 30 terorîstên din hatin kuştin.
Hêzên artêşê û besîca gelanî ya Iraqê li operasyoneke çend sietî, riya peywendiya navbera du bajarên Felûcê û Remadiyê li parzêgeha rojava Enbarê ji terorîstên DAIŞ`ê paqij kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)