AborîEfrîqaÎranNûçeRojhilatanavin

Çalakiya dubare ya karguzarên bankî yên Îranê li welatên rojavaya Afrîqayê

Rawêjakrê birêvebirê banka geşepêdana derfiroetina Îranê (Banka geşepêdana sadirata Îranê) qala çalakiya dubareya karguzarên bankî yên Îranê li welatên rojavaya Afrîqayê kir.

Rawêjkarê birêvebirê banka geşepêdana derfireotina Îranê, Hesen Mîrcelîlî ji ajansa nûçeyan a Komara Islamî nasyar bi IRNA`yê ra got: Li sefera vê dawiyê ya wezîrê karên derve yê Îranê bo welatên rojavaya Afrîqayê, lihevkirinek ligel birêvebirên bankan û serokên bankên navendî yên çar welatên Nîciriye, Xena, Gîneya Konakirî û Maliyê pêk hat ta careke din karguzarên bankî yên Îranê  bi armanca pêkanîna çalakiyên bankî li van welatan çalakiya xwe dest pê bikin.

Mîrcelîlî bi gotina viya ku wezîrê karên derve yê Îranê mijara berfirehkirina hevkariyên bankî li hevdîtina xwe ligel rayedarên cûrbicûr ên welatên Nîciriye, Xena, Gîneya Konakirî û Maliyê hilêxistiye, her viha got: Biryar hat dayîn ku bi saya danûstandina zanyariyên bankî û nirxandina piştî wê  ji bo bijartina karguzariya bankî ji aliyê banka geşepêdana derfirtonan Îranê pêngav were rakirin û  ev yeka dê rewşê ji bo berfirehkirina danûstandinên bankî xweş bike.

Vî rayedarê banka geşepêdana derfirotina Îranê destnîşan kir: Welatên afrîqî hewcetiya xwe bi sermayedanîna li hin beşan hene; Ji ber viya ji sermayedanerên îranî pêşwaziyê dikin, çimku aliyên îranî xwedana zanista zêdetir in û dikarin li Afrîqayê sermayedaneriyê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu