Fermandehiya polîsên federal a Iraqê roja yekşemiyê ragihand ku li dewama paqijkirina girava Xalidiyê li 23 km ya rojhilata Remadiyê navenda parêzgeha Enbarê herîkêm 156 terorîstên DAIŞ`ê hatin kutin.
Li gorî rapora malpera nûçan a Şefeq Newsa Iraqê, Raid Şakir Cewdet fermandê polîsên federala Iraqê got : Hêzên polîs bi piştgiriya topxaneyî û balefirên cengê yên Iraqê bi paqijkirinên mêhwerên Ebû Kenan û El-Sedê li girava Xalidiyê herîkêm 150 endamên DAIŞ`ê kuştin.
Cewdet got: Li paqijkirina zevî û rezên navça Xalidiyê jî hêzên iraqî 6 endamên DAIŞ`ê kuştin û sê tûnêlên vê grûpa terorîst têk birin.
Hêzêzn hevpar ên gelanî û artêşa Iraqê li 26 Hezîrana 2016`an va bajarê Felûcê ji destê grûpa terorîst a DAIŞ`ê azad kirin û piraniya endam û serkirdeyên DAIŞ`ê ji Felûcê revîne Girava Xalidiyê.
Yekim qonaxa operasyona azadkirin û paqijkirina Girava Xalidiyê li 30 Tîrmeha buhurî destpê bû û qonaxa dudiyan a vê operasyonê li navçên El-Kertan û El-Bûkenanê înîya buhurî destpê bûye. Ebûmehdî El-Muhendis cîgirê serokê teşkîlata Heşdi-Şeibî got : Giringiya vê navçê ji ber rewşa coxrafiyayî ya wê ye ku ewlehiya beşa rojhilata çemê Firatê û riya mezin a navbera Bexda û Urdinê dabîn dike.