ÎranNûçeRojhilatanavin

Xweşrû: Zordariya ser welatan li dijî manîfesta Neteweyên Yekbûyî ye

Xulemelî Xweşrû, nûnerê dayimî yê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, kiryarên neqanûnî yên yekalî li bikaranîna zorê ser welatan, li dijî manîfesta Neteweyên Yekbûyî da zanîn.

Li gorî rapora IRNA`yê, Xulamelî Xweşrû, roja duşemiyê li civîna  Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ser mijara  Berpirsiyariya  piştgiriya ji gel li hember jînosaydê, cinayeta cengê, paqijkirina  rêgezî û cinayeta li dijî mirovahiyê, kiryarên neqanûnî yên yekalî li bikaranîna  zoriyê li dijî welatan li dijî manîfesta  Neteweyên Yekbûyî da zanîn û got: Bikaranîna  zorê ji aliyê qawetan bi mehna mirovheziyê ku rewşê ji bo  mudaxilên  siyasî  pêk tîne,  qanûnî nîne.

Xweşrû her wiha diyar kir: Komara Îslamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku  civaka cîhanî divê li bara  cinayetên  zav ên navneteweyî hişyar be û nehêle ku tirs û xofa tevkujiyê li pêşerojê dubare bibe.

Nûnerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî her wiha got:  Kes ji bîr nake ku çawa  nebûna viyana siyasî û kiryara  Konseya ewlehiyê li rawestana li ber cinayeta jînosaydê û destdirêjiya  li du dehekên  buhurî bûye sedema kuştin û  awarebûna  bi milyonan kesî.

Xweşrû bal kişand ser vê yekê ku  berpirsiyariya  ewilî li girtina pêşiya  sûçên  mezin li dijî xelkê ser milê welatan e û got: Endamên  civaka navneteweyî ger welat bixwezin ji riya  Rêxistina  Neteweyên Yekbûyî dikarin bo cihanîna vê berpirsiyariyê alîkariya dewletan bikin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku  girtina pêşiya sûçên giran wek stratejiyeke  demdirêj divê were berçavgirtin û diyar kir: Nabe ev mijara  tenê kiryarên bi dijminatî bigre ber xwe.

Başa dön tuşu