ÎranNûçeRojhilatanavin

Kutabûna dema bangeşeya berbijarên hilbijartinên serokomarîya Îranê

Dema bangeşeya berbijarên 12`emîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê ji siet 8`ê vê sibê ango pêncşemê va kuta bû.

Hesen Rûhanî, Ibrahîm Reyîsî, Mistefa Haşimîteba, Mistefa Aqamîrselîm 4 berbijarên hilbijartinên serokomarîya Îranê ne ku duh ango roja çarşemê jî  hin kombûn jibo piştgirên xwe lidar xistin.

Mihemed Baqir Qalîbaf berbijarê hilbijartinên serokomarîya Îranê ser xêra Ibrahîm Reyîsî û Ishaq Cehangîrî jî ser xêra Hesen Rûhanî ji meydana rikeberîyê vekişîyan.

Hesen Rûhanî berbijarê hilbijartinên serokomarîya Îranê duh li kokbûna hogirên xwe li bajarê Meşhedê tekez kir ku îro roja çarenûsa gelê mezin ê Îranê ye û got: Desthilat û biryara welêt di destê gelê Îranê da ye û hemî berpirs divê xulamê gelê Îranê bin. Rûhanî herwiha bi gotina vîya ku gel û ciwanên Îranê xwazyarê pêşketina welêt in, ji hemî gelê Îranê xwest bi awayekî rêkûpêk û bi aramîyê herin dengê xwe bidin.

Ibrahîm Reyîsî berbijarê din ê hilbijartinên serokomarîya Îranê jî şeva çûyî li nav koma hogirên xwe li bajarê Bijnûrdê navenda parêzgeha Xorasana Bakûr bi gotina vîya ku ew ê pêkanîna derfetên karkirina li warê teknolojîya lêzanînan (IT) ji 100 hezarî bigihîne 400 hezarî, got: Ez ê înternetê gellekî berfire bikim çinku derhata welatê Hindûstanê di vî warî da ji derhata nifta me zêdetir e.

Vî berbijarê hilbijartinên serokomarîya Îranê duh danê êvarê li koma hogirên xwe li Meydana Şoheda ya bajarê Meşhedê jî got: Ez ê bi parastina rûmeta gel, pêkanîna derfetên karkirinê berfire bikim û salê milyonek derfetên karkirinê saz bikim.

Reyîsî şeva buhurî herwiha li bernameyeke teelvîzyonî li bara pirsgirêka bêkarîyê li welêt got: Ez ser vê bawerê me ku em hewcedarê vîyaneke cidî ne û divê bi milyonan derfetên karkirinê pêk bînin û potansîyelên welêt bivejînin.

Mistefa Aqamîrselîm berbijarê din ê hilbijartinên serokomarîya Îranê jî şeva buhurî li hevpeyvîna taybet li Kanala 2 a televîzyona Îranê got: Zelalkirina babetan dibe sedema pêbawerîya gel û hikûmetê lê kêmbûna pêbawerîyê dibe sedema hevkarînekirinê û pişkdarnebûnê û pişkdarînekirin û nebûna çavdêrîya giştî dibe sedema berfirebûna gendelîyê.

Mîrselîm herwiha got: Gendelî, cihêkarî û fesadî hasila van cihêkarîyên aborîyê ne û rêya xilasbûna welêt ji van pirsgirêkan, aborîya ser bingeha berxwedanê ye.

Mistefa Haşimîteba çaremîn berbijarê hilbijartinên serokomarîya Îranê jî li hevpeyvîna ligel IRIB NEWS`ê got: Serketî û derdayîyê hilbijartinên serokomarîyê divê pêbendê destûrê bin. Wî herwiha got: Li gorî aborîya ser bingeha berxwedanê û hewldanan, divê bala xwe bidin ser tûrîsmê û pêkanîna derfetên karkirinê di vî warî da. Wî ji gelê Îranê jî xwest ku li hilbijartinên sibê pişkdar be.

Danzdehemîn dewra hilbijartinên serokomarîya Îranê yê sibê were lidarxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu